Îsraîlê bi dehan baregeh û depoyên çekan ên ji artêsa Sûriyê mane bombebaran kir

09 berfanbar 2024 22:36
Îsraîlê bi dehan baregeh û depoyên çekan ên ji artêsa Sûriyê mane bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî ketina Şamê û vekişîna artêşa Sûriyê ev du roj in ser hev êrîşa dibe ser binkeyên ku artêşa Sûriyê li dû xwe hiştine. Hate zanîn ku mebesta Îsraîlê ew e ku çekên giran nekevin destê komên oposizyonê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê di çarçoveya rûxandina cihên leşkerî de gelek êrîş li Sûriyê pêk anîn ku depoyên çekan li herêma El-Tel, bajarokê El-Qara, Lîwayê 121, herêma Qelemûn li Şamê hatin bombebaran kirin.

Balafirên şer cihên leşkerî yê li parêzgeha Laziqiyê û herêma Baniyas a li parêzgeha Tertûsê hedef girt.

Dîsa baregehên artêşa Sûriyê yên li taxa Til El-Hara, Lîwayê 12, Foca 175 bajarokê Mehce yê li Derayê jî hatin bombebarankirin.

Li çolistana Dêrazorê jî balafirên nenas cihên leşkerî yên ku berê di destê çekdarên Îranê û hêzên Şamê de bûn bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê herwiha kete herêma Cebel El-Şêx a li parêzgeha Quneytirayê û cihên çavdêriyê yên hêzên rejîma ruxayî kontrol kirin.