Hizbullah: Me bi dehan roketan, baregeha Îsraîlê bombebaran kir
PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA) ragihand ku Tevgera Hizbullah a Lubnanê ragihandiye ku hêzên wan îro bi dehan roketên Katyûşa avêtine binkeya Nemîra ya leşkerî ya li rojavayê bajarê Tebîrya yê Îsraîlê.
Televizyona El-Manar a Lubnanê jî ragihand ku Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku wek bersivdana hêriş û sûîqestên Îsraîlê yên li dijî hêz û endamên wan, hêzên wan îro li Herêma Bekaayê, bi dehan roketên Katyûşa, baregeha leşkerî ya Nemîra ya li rojavayê bajarê Tebîryayê bombebaran kirine.
Hizbullahê destnîşan kir ku binkeya leşkerî ya Nemîra, yek ji gringtirîn baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li bakurê Îsraîlê ye.
Hizbullahê di derbarê mirî û birîndaran de ti agahî parve nekir.
Di demekê de ku herêmên sînorî yên başûrê Lubnanê, ji 8ê Cotmehê ve bûne meydana bombebarana hevbeş a navbera artêşa Israîlê û Hizbullahê de, piştî ragihandina şerê Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezzeyê, Îsraîl gefa ragihandina şerekî berfireh li Lubnanê dixwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin