Îsraîl: 40 fermandarên pilebilind ên Îranê hatin kuştin

01 adar 2026 12:27

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 40 fermandarên pilebilindên Îranê, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.

Îsraîl: 40 fermandarên pilebilind ên Îranê hatin kuştin

RûpelNews - Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehim Mûsevî jî di nav kuştiyan de bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku duh, piştî destpêkirina êrîşan û bi alîkariya îstixbaratê, di êrîşên li ser civînên li deverên cuda yên Tehranê de heft serokên îranî hatin kuştin. Herwiha hat ragihandin ku 40 fermandarên pilebilind, ku di nav de rayedarên leşkerî yên herî bilindên di serkirdayetiya ewlehiya Îranê de hebûn, hatine kuştin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê piraniya sîstemên berevaniya hewayî yên Îranê li beşên rojava û navenda welêt ji holê rakirine û serdestiya hewayî li ser paytexta Tehranê bi dest xistiye û tekez kir ku êrîş dê berdewam bikin.

Êrîşan duh serê sibê dest pê kirin

Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê de, di demekê de ku danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin, êrîşeke leşkerî li dijî Îranê dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên li ser hedefên ku li hin welatên herêmî, bi taybetî li Qeter, Îmarat û Behreynê, ku baregehên Amerîkayê lê hene û herwiha li Îsraîlê destnîşan kiribûn, bersiv da.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, rêberê Îranê Elî Xameneyî û hejmarek rayedarên pilebilind hatin kuştin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrîşên ku li dijî welêt hatine kirin de 201 kes hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.