Sûriye | Di êrîsa Îsraîlê de 2 fermandarên pilebilind ên Îranê hatine kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du fermandarên pasdarên Îranê yên pilebilind li Sûriyê di êrîşa artêşa Îsraîlê ya nêzîkî Şamê de hatine kuştin.
Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê (IRGC) piştrast kir ku her du fermandarên pilebilind di êrîşa dawî ya esmanî ya artêşa Îsraîlê de li nêzîkî Şamê hatine kuştin û gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar.
Di daxuyaniya Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran de hatiye eşkere kirin; pileya wan kesan emîd-amîral bûye û roja Duşemê 7ê Adara 2022yan di êrîşeke moşekî ya artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.
Supaya Pasdaran gef li Îsraîlê xwar ku wê Îsraîl bedelê wê bide.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê bi berdewamî li ser axa Sûriyê êrîşên ser milîs û bingehên Îranê didomîne ku heta niha ziyaneke mezin gihandiye wan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin