Îro piskinîna DNAyê li ser 253 termên komkujiya Sengalê tê kirin
PeyamaKurd – Endamê Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgenameyan li parêzgeha Duhokê Felah Hesen diyar kir, 253 termên komkujiya Şengalê li nojdariya dadî ya Bexdayê ne ji bo DNAyê û wê nasnameya wan terman were eşkerekirin.
Îro roja Sêşemê 06. 07.2021ê Endamê Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgenameyan li parêzgeha Duhokê Felah Hesen daye zanîn, 357 term ji nava gorên bikom yên Şengalê hatine derxistin û bi tenê nasnameyên 104 terman eşkera bûne û hîn jî nasnameyên 253 termên nava gorên bikom ji bo nojdariya dadî li Bexdayê hatine şandin eşkera nebûye. Ev demeke dirêj e termên qurbaniyên komkujiya Şengalê ji bo Bexdayê hatine şandin û hîn jî nasnameyên wan eşkera nebûne ji ber ku pişkinîna DNAyê wê li ser wan bê kirin.
Herwiha Felah Hesen destnîşan kiriye, li Şengalê 82 gorên bi kom heta niha hatine dîtin ên sala 2014an ji aliyê terorîstên DAIŞê hatine gulebarankirin, di qonaxekê de 20 gorên bi kom hatine vekirin û hemû term ji bo nojdariya dadî li Bexdayê hatine şandin ji bo diyarkirina nasnameya wan qurbaniyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin