Serokwezîr: Ez li hemberî sehîdên Komkujiya Sengalê serê xwe ditewînim

03 tebax 2024 15:42
Serokwezîr: Ez li hemberî sehîdên Komkujiya Sengalê serê xwe ditewînim

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, ez li hember şehîdên Komkujiya Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê rêz ditewînim.

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir û bi hezaran jî dîl girt. Îro 10. salvegera Komkujiya Êzidiyan e ku lekeyek reş li dîrokê hişt.

10 sal di ser komkujiya Şengalê ya li dijî Kurdên Êzidî re derbas bûn.

Parlamentoya Kurdistanê roja 3’ê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Di salvegera Komkujiya Şengalê de ku Kurdên Êzidî jê re dibêjin “Fermana 73an” êşên Êzidiyan ji nû ve zindî dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo salvegera Komkujiya Êzidiyan peyamek parve kir.

Serokwezîr di peyama xwe de got, "Ji bo aramî û ewlekariya herêmê, divê Peymana Şengalê were cîbicîkirin û parastin û birêvebirina herêmê ji aliyê gelê Şengalê ve bê meşandin."

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku êş û azarên Êzidiyan berdewam dikin û wiha got:

“Di encama êrîşa hovane ya çekdarên DAIŞê de li Şengalê bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi deh hezaran kes wenda bûn û koçber bûn.

10 sal di ser vê tawanê re derbas bûne, lê êşa birayên me yên Êzidî hîna teze ye û neqediyaye û gelek ji wan jî winda ne.

Ji ber ku komên çekdar lê dijîn, rewşa Şengalê venegeriyaye berê û koçber nikarin vegerin bajarê xwe.

"Ez bi rêzdarî li ber şehîdên Komkujiya Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe ditewînim."