Doza Rojîn Kabaîş: Ji 415 kesan nimûneyên DNAyê hatin girtin

02 gulan 2026 13:31

Di çarçoveya lêpirsîna Rojîn Kabaiş de ji 415 kesan nimûneyên DNAyê hatin girtin. Bavê Rojînê, Nizamettin Kabaiş got: "Rastî dê derkeve holê."

Doza Rojîn Kabaîş: Ji 415 kesan nimûneyên DNAyê hatin girtin

RûpelNews - Lêpirsîna li ser doza Rojîn Kabaiş a ku di sala 2024an de li Wanê winda bûbû û di 15ê Cotmehê de li peravên Gola Wanê wek mirî hatibû dîtin, berdewam e. 

Malbata Kabaiş daxwaz kir ku nimûneyên DNAyê ji rektorê zanîngehê li Wanê û ji hinek xizmên wan werin girtin. Malbatê diyar kir ku, tevî demeke dirêj doz hêj negihîştiye encameke zelal û teqez.

Li ser daxwaza malbatê, ji 415 kesan nimûneyên DNAyê hatin girtin. Lêpirsîn li ser mêrên li gundên Mollakasim û Bardakçi yên ku cîranê zanîngehê ne û termê Rojin lê hatibû dîtin, hatin hûrkirin. 

Bavê Rojînê Nizamettin Kabaiş got, "Em ji daxuyaniyên Wezîrê Dadê pir kêfxweş bûn. Piştî daxuyaniyê, ez fêr bûm ku ji bo her du şaxên lêpirsînê yên Wan û Amediyê tîmên nû hatine avakirin. Wan got ku dê her tişt were lêkolînkirin. Vê yekê em pir kêfxweş kirin. Em gelekî bi hêvî ne. Bi xêra Xwedê, dê her tişt derkeve holê. Yekane daxwaza min ew e ku tiştê ku bi serê keça min hatiye, derkeve holê. Eşkere ye ku ev bûyer kuştinek bû. "