Îro li hin deverên Rojhilatê Kurdistanê, Cejina Remezanê ye

02 gulan 2022 17:29
Îro li hin deverên Rojhilatê Kurdistanê, Cejina Remezanê ye

PeyamaKurd-Îro li gelek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê, cejina fermî rojek zûtir kirin Cejina Remezanê.

Cejina Remezanê, li gelek welatên îslamî bi taybetî jî li welatên ku piraniya xelkê wan sunnî ne, îro dest pê kir. Li welatên ku piraniya wan xelkê şîe ne, bi taybetî jî li Îranê, Cejina Remezanê sibê ye. Lê li Rojhilatê Kurdistanê, ku piraniya xelkê Kurdên sunnî ne, wekî Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, îro Cejina Remezanê ye.

Ji ber destpêka Cejina Remezanê, îro li Mirgever û Tirgeve yên Ormiyê, li beşek bajarê Ormiyê, li bajarên Mehabad, Şino, Serdeşt, Pîranşar, Bokan û beşek ji gundên devera Kotolê, nimêja cejinê hat kirin, piştre jî serdana goristan û malan dest pê kir.