Iraq | Vê carê ji bo kesên hatine revandin xwepêsandan kirin
PeyamaKurd – Li Iraqê ji bo kesên dema xwepêşandanên protestokirina hikûmetê ji aliyê kesên nenas ve hatine revandin, xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanan de heta niha 68 xwepêşander ji aliyê kes û hêzên nenas ve hatine revandin ku aqûbeta 56 kesan ji wan jî hîn nediyar e.
Di xwepêşandanên Iraqê yên 1ê Cotmeha 2019an destpê kiribûn de, herî kêm 500 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar kes jî birîndar bûne.
Ji 2 hezar û 700 xwepêşanderên ji aliyê hêzên emnî hatine binçavkirin jî hîn 107 kes nehatine berdan.
Li meydana Tehrîn a Bexdayê vê carê bi hezaran xwepêşanderan aqûbeta hevalên xwe yên hatine windakirin pirsîn û xwestin demildest werin dîtin.
Piştî xwepêşandanan krîza rêveberiya Iraqê jî hê nehatiye çareserkirin ku namzedê serokwezîrtiyê hîn nehatiye diyarkirin û serokomar Berhem Salih jî li ser fişarên aliyên siyasî nameya karvekêşanê ji parlamenê re şandibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin