ENKSê lîsteya kesên hatine revandin da HSDê û xwest çarenivîsa bê eskere kirin

13 tîrmeh 2021 17:27
ENKSê lîsteya kesên hatine revandin da HSDê û xwest çarenivîsa bê eskere kirin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz kir ku çarenivîsa kesên ji aliyê asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatine revandin bê diyarkirin.

ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di civîna li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de lîsteya wan kesên çarenivîsa wan nediyare pêşkeş kiriye ku ji aliyê PYDê ve li bajar û navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.

ENKSê diyar kir ku PYD divê çarenivîsa wan revandiyan eşkere bike û bibîr xist: “Yek ji xalên nakokiyên serekî yên ENKSê li gel PYDê di civînên aştiyê de eşkerekirina çarenivîsa wan revandiyan e.”