Iraq: Terorîst ji ser sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê derbas dibin

25 rêbendan 2021 20:48
Iraq: Terorîst ji ser sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê derbas dibin

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl ji televizyona fermî ya Iraqê re derbarê êrîşa Bexdayî û valahiya ewlekariyê de daxuyanî dan.

Yehya Resûl da xuyakirin ku her du xwekujên êrîşa 21ê Çile li Bexdayê ku bûn sedema kuştina 32 kesan û birîndarkirina bêhtirî 100 kesan hemwelatiyên Iraqê ne.

Resûl herwiha got ku li deverên çiyayî yên Iraqê bi sedan terorîst hene û bi taybet jî ji ser sînorê herêma bakurê rojhilatê Sûriyê ku hîn jî ne cihekî ewle ye terorîst derbasî Iraqê dibin.