Iraq | Di rojekê de bombe bi 3 karwanên hevpeymaniyê de hatin teqandin

29 adar 2021 17:33
Iraq | Di rojekê de bombe bi 3 karwanên hevpeymaniyê de hatin teqandin

PeyamaKurd – Li Iraqê îro 29ê Adarê sê caran bombe bi karwanên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de hatin teqandin.

Hat ragihand ku îro 29ê Adarê li ser rêyeke lez a parêzgeha Zîqarê bombeyeke çandî di karwaneke Hêzên Hevpeyman de teqiya.

Herwiha beriya vê teqînê jî du bombeyên cuda li ser rêyên lez ên parêzgehên Dîwaniye û Babilê yên dikevin başûrê Bexdayê, bi karwanên hêzên hevpeymaniyê de hatin teqandin.

Derbarê ziyanan de hîn ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Amerîka ji van êrîşên berdewam milîsên îranî û bi taybet jî komên girêdayî Heşda Şeibî tawanbar dike.