Li Iraqê bombe bi karwaneke hevpeymaniyê de hat teqandin

25 adar 2021 23:37
Li Iraqê bombe bi karwaneke hevpeymaniyê de hat teqandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 25ê Adarê li nehiya Yûsufiye ya li başûrê Bexdayê, bombeyeke ku li ser rêyeke sereke hatibû danîn, bi karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de teqiya.

Li gorî ragihandina medya Iraqê ku dispêre jêderên ewlehiyê, bombeyeke vedayî bi karwaneke lojîstîk a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li nehiye Yûsufiye hatiye teqandin ku ziyan gihandiye wesayîtan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, gelek caran teqînên bi vî rengî li Iraqê dijî karwanên Hevpeymaniya Navdewletî pêk tên.