Li Iraqê bombe bi otomobîla çalakvanekî sivîl de hat teqandin

23 gulan 2021 19:40
Li Iraqê bombe bi otomobîla çalakvanekî sivîl de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 23yê Gulanê li bajarê Nasiriye yê Iraqê bombe bi otomobîla çalakvanekî sivîl de hat teqandin.

Li gorî zanyarîyên medya Iraqê, îro li bajarê Nasiriye ku navenda parêzgeha Zîqarê ye, bombeyek bi otomobîla aktîvîstekî ereb ê bi navê Îmad Egîlî de teqiya.

Hat diyarkirin ku Îmad Egîlî di wê teqînê de birîndar bûye û rewşa wî baş e.

Beriya niha jî li Bexdayê û deverên başûr û navîn yên Iraqê çalakger, xwepêşander û rojnamevanên nerazî hatibûn terorkirin.