Iraqê di 2024an de zêdetirî 46 milyon bermîl petrol firot Amerîkayê
04 îlon 2024 22:13
PeyamaKurd – Saziya Zanyariyan a Enerjiyê ya Amerîkî (EIA) ragihand ku Iraqê di nîvê yekê sala 2024an de, zêdetirî 46 milyon bermîl petrola xav û cûreyên wê hinardeyî Amerîkayê kiriye.
Li gorî daxuyaniya EIAyê Iraqê di navbera mehên Çile û Hezîrana 2024an de, 46.049.000 bermîl petrol hinardeyî Amerîka kiriye.
Tenê di meha Hezîranê de 8,6 milyon bermîl û di meha Gulanê de jî 8,46 milyon bermîl bo Amerîkayê hatiye şandin.
Herwiha EIAyê daye zanîn ku di nîvê yeka salê de, OPECê bi giştî 227 milyon û 159 hezar bermîl firotiye Amerîkayê ku Erebistana Siûdî bi 69 milyon û 459 hezar bermîlan serî dikişîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Hinardeya petrola Kurdistanê bo Iraqê dest pê kir: Rojane zêdetirî 150 hezar bermîl
10 trm 2023
Kurdistan
Hinardeya Petrola Kerkûkê ya bi ser Ceyhanê de rawestiya: Zêdetirî 3 milyon bermîl...
26 nsn 2023
Aborî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin