Hinardeya Petrola Kerkûkê ya bi ser Ceyhanê de rawestiya: Zêdetirî 3 milyon bermîl...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber ji 25ê Adarê ve rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de, veguhestina petrola Kerkûkê ya bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê jî rawestiyaye.
Hat diyarkirin ku depoyên petrola Kerkûkê yên xwedî kapasîteya 3 milyon bermîlan ji ber rawestandina hinardeyê vala mane.
Li gorî çavkaniyeke ji kompaniya Northern a neftê, zêdetirî 3 milyon bermîl petrola Kerkûkê kom bûye, lê ji bo depoyan nehatiye veguhestin û di depoyan de tenê 10 hezar bermîl petrol maye.
Beriya biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ku 25ê Adarê hinardeya petrola bi ser Kurdistan û Tirkiyeyê de rawestand, li gorî amarên Wezareta Petrolê ya Iraqê ji qadên petrolê yên Kerkûkê mehane 2,5 milyon bermîl zêdetir petrol dihat hinardekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin