Iraq bixwaze Kanada amade ye hêzên xwe bikisîne

19 rêbendan 2020 14:30
Iraq bixwaze Kanada amade ye hêzên xwe bikisîne

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan got ku heger Parlamentoya Iraqê bi fermî daxwaza ‎vekişîna leşkerên wan bike, Kanada dê hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan, serdana hêzên ‎Kanadayê yên li Urdinê kir ku li Rojhilata Navîn di çarçoveya NATOyê de erkê xwe bicih tînin.

Piştî serdanê Harjit Sajjan got: “Eger Parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî daxwaza ‎derketina hêzên biyanî bike Kanada dê hêzên xwe vekişîne. Di dawî de em li ser daxawza hikûmeta ‎Iraqê li vê derê ne. Di dawî de ev biryara wan e. Bo van erkan bê çawa pêdivî bi biryara parlamentoya ‎me heye, ya wan jî heye.”‎

Di çarçoveya mîsyona NATOyê de zêdeyî 500 leşkerên Kanadayê li Iraqê hene. Leşkerên Kanadayê ‎polîsên Iraqê, hêzên ewlekariyê û leşkeran perwerde dikin, di heman demê de di nav Hevpeymaniya ‎Navdewletî ya Dijî DAIŞê de jî cih digirin.‎