Yehya Resûl: Hêzên li sînorên Iraq û Sûriyê ketine amadehiyê...
23 rêbendan 2022 14:35
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku piştî revîna hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji zîndana Hesekê, hikûmeta Iraqê sînorê xwe bi Sûriyê tund dike û hatiye diyarkirin, ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê derbasî nava xaka Iraqê bibe.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li ser sînorê bi Sûriyê re ketine rewşa amadehiyê û ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane, derbasî aliyê din ê sînor bibin.
Yehya Resûl gotiye, sînor bi kamêrayên çavdêriyê û têlên dirî hatiye kontrolkirin, ji bilî wê jî bi dirêjahiya sînor xendeq hatine kolandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Resûl: Kordînasyona navbera Pêsmerge û hêzên Iraqê xurt e
21 nsn 2024
Jiyan
Yehya Resûl: Rêz li serweriya axa Iraqê bigrin û nekin qada ser
04 rbn 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin