Îranî guh nadin qedexeyan

17 tîrmeh 2018 20:29
Îranî guh nadin qedexeyan

PeyamaKurd- Parlementerê Îranê Muhammed Kazimî ragihand ku qedexeya ji aliyê dewletê de hatiye danîn bo ser bikaranîna Telegramê, biserneket.

Tevî ku li Îranê xwegihandina Telegramê hatibû astengkirin jî, di Îranê de ya herî populer Telegrame û ji %79 ê ku wê bikartînin hê jî dewam dike. Kazimî di dewama axaftina xwe de got:

“ Astengkirin ti carê me nagihîne hedefên me. Di şûna astengkirinan de divê em tedbîrên îhtiyadî bistînin.”

Berya ku li Îranê Telegram bihata qedexekirin, 40 mîlyon kes wê bikartanîn ku nûfûsa Îranê 80 mîlyon e. Niha Telegram tê fîltrekirin lê herkes wan fîltreyan dişkêne û xwe digihîne Telegramê.