Îranê pêsniyara Rûsya ya dîyaloga rasterast bi Amerîka re red kir
04 îlon 2020 19:53
PeyamaKurd – Îranê pêşniyara aliyê Rûsayê ya bo danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re red kir.
Ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnimê ragihand ku Serokê Nivîsgeha Serokomariya Îranê Mehmûd Vaîzî daye xuyakirin ku Îranê pêşniyara Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re red kiriye.
Vaîzî diyar kir ku Rûsya jî wekî welatên din hewil dide aloziya bi Amerîkayê re kêm bibe û got, “Plana me ya danûstandinan bi Amerîkayê re nîne û me ev helwesta xwe bi awayekî eşkere ragihandiye.”
Berpirsê Îranê herwiha diyar kir, "Tenê heger Amerîkî li peymana nukleerî vegerin wek aliyekî peymanê bi wan re danûstandin çêdibe. Hemû hewldanên derveyî vê wê bê encam bin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin