Îranê li Xoyê projeyeke mezin a derxistina Uranyûmê da destpêkirin

13 tebax 2023 20:02
Îranê li Xoyê projeyeke mezin a derxistina Uranyûmê da destpêkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Xoyê projeyeke mezin a kana derxistina Uranyûmê daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyan di çend rojên borî de, li bajarê Xoyê yê girêdayî parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, qonaxa yekem a mezintirîn kangeha Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna Serokê Rêxistina Wizeya Navokî ya Îranê hate destpêkirin.

Di vê kangehê de hin madeyên girîng ên wekî “Uranyûm û Molîbdenom” hene ku Komara Îslamî dixwaze sûdeyê di pîşeyên xwe yên setratejîk yên wekî pêwîstiyên Rêkxistina Wizeya Atomî jê wergire.

Ji bo projeyê zêdetirî 6,000 milyar Tumen sermaye hatiye terxankirin ku 1,000 milyar tumen jî ji bo avakirina kompaniyayê hatiye terxankirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kangeh hene ku dahata wan jî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê komkirin û ti fêdeyeka wan ji xelkê herêmê nabe.