Îranê li Dubaîyê êrîşî leşkerên Amerîkayê kir

03 adar 2026 11:28

Îranê ragihand ku li Dubaîyê cihekî ku leşkerên Amerîkî lê kom bûne lê êrîş kiriye û di encamê de herî kêm 40 leşkerên hatine kuştin û 70 jî birîndar bûne.

Îranê li Dubaîyê êrîşî leşkerên Amerîkayê kir

RûpelNews - Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan êrîşeke bi dronên kamîkaz li dijî baregeheke leşkerî ya Amerîkî li Dubaîyê pêk aniye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê li dijî xaleke kombûna leşkerî ya Amerîkî li Dubaîyê, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî operasyonek pêk anîn."

Li gorî raporên ji meydanê, zêdetirî 160 personelên Hêza Deryayî ya Amerîkî li herêma hedefgirtî bûn.

Li gorî raporan, di êrîşê de herî kêm 40 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, her wiha 70 leşkerên din jî birîndar bûne.

Çi qewimî?

Ev bûyer piştî operasyonên leşkerî yên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kirin, hat. Îranê bi êrîşên tolhildanê bersiv da ku baregehên Amerîkî li Îsraîlê, her wiha li Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Behrêynê armanc digr ê.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên payebilind hatin kûştin.

Di heman demê de, Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebaranê de 555 kes mirine û 747 kes jî birîndar bûne. Lê medyaya Îranê jî ragihand ku 787 kes mirine.