Îranê ji bo vegera danûstandinên nukleerî 10 milyar dolar ji Amerîkayê xwest
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê ji bo destpêkirina danûstandinên peymana nukleerî merc daniye ber Amerîkayê û ew jî serbest berdana 10 milyar dolarên Îranê yên hatiye bloke kirin e.
Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullehyan ragihand, çend berpirsên Amerîkayê hewl dane meha borî danûstandinên nukleerî gotûbêj bikin û eşkere kir, Îran rijd e ku di gava yekem de, Washington 10 milyar dolarên blokekirî yên Îranê berde weke nîşaneke niyazpakiyê.
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got, Amerîka li Neteweyên Yekbûyî hewl da bi navbeynkariya çend aliyan danûstandin çêbibin, lê Îranê ji wan re gotiye, heger Amerîka cidî ye, bila destpêkê 10 milyar dolarên blokekirî yên Îranê serbest berde.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin