Îranê herêma Bradostê bombebaran kir!

06 îlon 2018 13:09
Îranê herêma Bradostê bombebaran kir!

PeyamaKurd- Hêzên dewleta Îranê li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê, li navçeya Soranê herêma Bradostê da ber topan.  

Rêvebirê Navçeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku îro herêma Bradostê ya navçeya Soranê, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate bombebarankirin.

Li gorî agahiyên dawî, heta niha topbarana hêzên ewlehiya Îranê dewam dike.