Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar
Elî Ekber Ehmediyan, endamê Konseya Parastinê ya Îranê, gefeke tund li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwar. Ehmediyan diyar kir, "Eger komên kurd ên Rojhilat sînor derbas bikin, dê hemû tesîs û saziyên li Herêma Kurdistanê bikin armanc."
RûpelNews - Li gorî nûçeya Rûdawê, Ahmediyan îro diyar kir ku heta niha, hedef tenê navendên girêdayî Amerîka, Îsraîl û komên cudaxwaz bûn û got, "Lêbelê, heke ev kom bikevin nav xaka Îranê, dê sazî bi awayekî berfireh bên armangirtin."
Ahmediyan, bi îdiaya ku destûrdayîna endamên partiyên kurd ku sînor derbas bikin tê wateya ku Herêma Kurdistanê "piştgiriyeke tam" dide van koman, tekez kir ku di vê rewşê de, sekna Îranê ya ji bo têkiliyên dostane dê bi dawî bibe.
Kurd beşdariya di şerê li dijî Îranê red dikin
Di van demên dawî de, hin dezgehên medyayê yên Amerîkî îdia kirin ku partiyên kurd ên Rojhilat operasyon li dijî Îranê dane destpêkirin. Lêbelê, hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî serokên partiyên di nav "Koalîsyona Kurdistanê" de ne bi awayekî tund ev îdia red kirin.
