Sererkanê Îranê gefa lêdana hêzên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê xwar!
PeyamaKurd - Serfermandarê artêşa Îranê General Mihemed Bakirî, gef li Amerîkayê xwar û got ku heger Amerîka hewl bide dronên wan li nav Herêma Kurdistanê bide, ew ê bersiveke tund bidin.
Baqirî ji ajansa IRNA re daye xuyakirin ku hêzên Amerîkî rojek berê balafireke bêmirov a Îranê ya ku diçû ser Hewlêrê xistine û gefa bersivdanê xwar.
Herwiha Baqirî gotiye ku bi hûrgilî zanyariyan wan li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Hewlêr, Herîr û Duhokê hene û heger Amerîka hewl bide dronên Îranê bixe xwar, ew dê bi tundî bersivê bidin.
Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlonê, bi hejmarek zêde dronên bombekirî û moşekên balîstîk êrîşî binke û wargehên partiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kiribû ku zarok û jinên sivîl jî di nav de bi kêmî 15 kes şehîd bûbûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Piştî wê êrîşê CENTCOMê jî ragihandibû ku wan droneke Îranê ya ber bi Hewlêrê dihat xistiye xwar.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin