Îranê vê carê gefa lêdana bi mosekên pêsketî li partiyên Rojhilat xwar
PeyamaKurd - Fermandarê Baregeha Hemze ya Ûrmiyê yê rejîma Îranê Mihemed Taqî Usanlu, gef li partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dimînin xwar û got, heger ew ji Herêma Kurdistanê dernekevin ew ê bi moşekên zîrek li wan bixin.
Fermandarê Baregeha Hemze (Urmiye) yê Sûpayê Pasdarên Îranê Mihemed Taqî Usanlu di merasîma ku ji bo "Hefteya Berevaniya Pîroz" hat lidarxistin de derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên baregehên wan li Herêma Kurdistanê ne de got, "Em ê baregehên van rêxistinên ku dibin sedema nearamiya îranê hilweşînin."
Herwiha Usanlu îdia kir, “Partiyên Kurd ên ku Amerîka û Îsraîlê piştgiriyê didin wan, bila di zûtirîn dem de herêmê biterikînin, nexwe em ê bi moşekên zîrek li wan bixin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di van demên dawî de gefên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û topxane û balafirên bêmirov ên Îranê çeperên Pêşmergeyên Rojhilat ên di nav axa Herêma Kurdistanê de ne bombebaran dikin.
Fermandariya Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Îranê (PDK-Î) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan dijî Îranê dest bi şerê çekdarî nekiriye û ti êrîş jî nehatiye kirin. Herwiha hat gotin, pêşhatên dawî yên rû bidin ji ber "helwesta şerxwaz" a Îranê ye.
Rêxistinên Kurd ên Rojhilat dibêjin, Îran li hincetan digere da ku guvaşê li ser Herêma Kurdistanê bike û şer derxe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin