Fermandarê Pasdarên Îranê gefa bombekirina Herêma Kurdistanê xwar

10 îlon 2023 19:06
Fermandarê Pasdarên Îranê gefa bombekirina Herêma Kurdistanê xwar

PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Fermandariya Operasyonên Supaya Pasdarên Îranê Ebas Nilfuruşan, bi sedema hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê gefa bombekirina Herêma Kurdistanê xwar.

Fermandarê Pasdarên Îranê ji ajansa Tesnimê re daye xuyakirin, heke heta 22yê Îlonê baregehên komên opozîsyonê yên Kurd neyên valakirin, ew dê bombekirina herêma Kurdistanê bidomînin.

Nilfuruşan, bal kişandiye ser peymana ku bi Iraqê re ji bo bêçekkirina komên Kurdî hatiye îmzekirin û gotiye, ew pabendî wê peymanê ne û heger heta dema diyarkirî neyê bicihkirin jî ew dê vegerin pozîsyona xwe ya berê êrîşên xwe berdewam bikin.

Li aliyê din ya hefte berê jî Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî dabû xuyakirin ku Iraqê heta 22yê Îlonê soza bêçekkirina komên kurdî yên li Herêma Kurdistanê daye wan.