Îranê dîsa hevdîtinên Vîyenayê bi pas xist: Wê çend rojan rawestin

18 berfanbar 2021 01:01
Îranê dîsa hevdîtinên Vîyenayê bi pas xist: Wê çend rojan rawestin

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û serokê şanda hevdîtinên vegera li peymana nukleerî yên Vîyenayê Elî Baqirî ji Reutersê re ragihandiye ku wê gotûbêjên li ser rêkeftina nukleerî heta çend rojan rawestin.

Baqirî herwiha li ser Twitterê jî gotiye, wî roja pêncşemê bi dîrektorê siyasî yê Yekitiya Ewropayê (YE) Enrique Mora û şandên din re ji bo nirxandina rewşê hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye: "Me di vê hefteyê de pêşketineke baş bi dest xist. Em ê îro komîteyeke hevbeş ava bikin û piştî çend rojan gotûbêjan berdewam bikin."

Li aliyê din li gorî çavkaniyên dîplomatîk, tê pêşbînîkirin ku danûstandinên Vîyenayê 27ê Kanûnê ji nû ve dest pê bikin.

Rêveberiya Amerîka Îranê bi derengxistina hevdîtinên Vîyenayê yên vegera li peymana nukleerî tawanbar dike û Îran dixwaze, ceza û ambargoyên aborî yên ser Îranê beriya gihîştina encamekê werin bidawîkirin.