Ajansa Atomî banga vegera maseya hevdîtinên Vîyenayê li Îranê kir!
PeyamaKurd - Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî (IAEA) bang Îranê kir ku di demeke herî zû de vegere ser maseya danûstaninên atomî yên li Viyenayê.
Rêveberê Giştî yê IAEAyê Rafael Grossî ragihandin, ji bo ku krîzeke mezin çênebe û rizgarkirina peymana atomî zêdetir aloz neke, divê Îran yekser vegere ser maseya danûstandinan.
Grossî da zanîn, Îranê 27 kamerayên wan ên çavdêriyê li çend navendên xwe yên atomî jê birine û got, ev yek gelekî metirsîdar e.
Herwiha Grossî destnîşan kir, dîroka nû ew fêr kirine ku ne baş e welatek ji endamên Ajansa Atomî re bêje, vegerin malên xwe, lewra dema ku ev rê tê bikaranîn, rewş xirab dibe.
Hêjayî gotinê ye, Îranê bixwe jî piştrast kiriye ku wan hejmarek kamerayên çavdêriyê yên Ajansa Atomî yên li hin santralên atomî betal kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet jî hişyarî li ser xebatên çeka atomî ya Îranê dabû ku heger welatên rojavayî li hember Îranê ranewestin wê Tehran di demeke pir nêzîk de bigihe çêkirina bomba atomî û çekên nukleerî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin