Îranê, dest bi tetbîqata dorfireh a asîmanî kir

28 sibat 2023 19:30
Îranê, dest bi tetbîqata dorfireh a asîmanî kir

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Artêşa Îranê û Artêşa Supaya Pasdaran, bi qasî ji 3 paran 2yê qada asîmanî, tetbîqata hevpar a welêt li dar xist.

Hat diyarkirin ku tetbîqata bi navê "Parêzvanên asîmanî yên cerdevaniyê 1401" bi beşdariya yekîneyên parastina asîmanî yên Artêşa Îranê û Artêşa Supaya Pasdaran dest pê kir.

Li gorî Generalê Lîwaya Îranê Kadîr Rehîmzade got, "Qonaxa operasyonê ya tetbîqata hevpar a parastina asîmanî ya bi armanca taybet dê li asîmanê bakurê rojava, rojava û navenda welêt bê kirin. Qonaxa dawî ya tetbîqatê dê were kirin. Li qadeke bi qasî du ji sê parên qada asîmanî ya welêt, ango zêdetirî 1 milyon kîlometreçargoşe hatiye kirin."

Rehîmzade diyar kir ku dê di tetbîqatê de balafirên şer, balafirên bê mirov, radar, alavên şerê elektronîk û pergalên ragihandinê werin bikaranîn û li hember êrîşeke muhtemel a li dijî navendên nukleerî, leşkerî û aborî yên welêt ku ji 100î zêdetir in, dê performansa pergalên parastina asîmanî were ceribandin.