Îranê carek dî êrîş kir: 3 şehîd
Hate ragihandin ku Îranê êrîşeke bi dronan li ser Kampa Jezhnikan a Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) li navçeya Bahirkê ya Hewlêrê pêk aniye.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya PDK-Îyê de derbarê êrîşan de, ev tişt hatin gotin:
"Di encama êrîşa bi dronan a Komara Îslamî ya Îranê de li ser kampên me yên sivîl ên li Herêma Kurdistanê, şehîd û birîndar hene. Roja înê piştî nîvro, pêleke nû ya êrîşan bi mûşek û dronan li dijî kampên me yên sivîl hat destpêkirin. Di encama vê êrîşê de, bav û kurek hatin hedefgirtin; Şahîn Azarbarzîn şehîd bû, bavê wî Nadir Azarbarzîn, bi giranî birîndar bû."
Êrîşa li Sîdekanê: 2 Pêşmergeyên jin şehîd bûn
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa li Sîdekanê de, du Pêşmergeyên jin şehîd bûne:
"Di êrîşeke din de ku li ser komek ji Pêşmergeyên me hat kirin, du Pêşmergeyên jin ên bi navê Nada Mîrî û Semîra Allahyarî şehîd bûn û herwiha hinek ji Pêşmergeyên me jî birîndar bûn."
Tevî agirbestê ku di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, êrîşên Îranê yên li ser kampên partiyên Rojhilatê yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Di êrîşeke ku rojek berê pêk hat de, Pêşmergeyeka jin a Komalayê şehîd bû û hin Pêşmerge jî birîndar bûn.
