Îranê bangî balyozê Rûsyayê yê Tehranê kir da here wezareta karên derve
PeyamaKurd – 3 giravên li Kendava Basrayê ku Îran û Îmarat li ser wan li hev nakin û her dû teref herkes desthilat û aîdiyeta wan ji xwe re dixwaze, di navbera Rûsya û Îranê de bû pirsgirêk. Di daxwuyaniya encamnameya zîrwa Moskovayê ya konseya hevkariya Kendavê de, Moskova xwestibû ku Îran û Îmarat mijarêçareser bikin û encamnameyê îmze kiribû. Li ser vê mijarê îro wezareta karên derve ya Îranê bangî balyozê Rûsyayê yê Tehranê Alexey Yurievich Dedov kir da here wezaretê.
Dedov dema çû wezaretê, li ser mijarê Îranê nerazîbûna xwe diyar kir û berteka xwe nîşan da. Dedov, ji bo Îranê ragihandiye ku wê mijarê ji welatê xwe Rûsyayê re beje û Rûsya ji yekîtiya axa Îranê û hukumraniya Îranê rêz digre.
Civîna welatên Kendavê di 10 ê temmûzê de li Moskova çêbû. Di civînê de hatibû gotin ku divê pirsgirêka her sê giravan li gor hûqûqa navdewletî û bi aştiyane çareser bibe. Li ser vê gotinê Îran dibêje ku her 3 girav yên Îranê ne.
Girava bi navê Ebû Mûsa ji ber nêzî Buhira Hurmizê ye û ji bo çûna petrolê stratejîke, di navbera her dû dewletan de pirsgirêke. Giravên din jî Tunba Biçûk û Tunba Mezin in.
Di sala 1971an de dema Îngîlîz ji herêmê vekişiya, Îran dest danîbû ser her sê giravan. Îmarat jî Îranê li ser her sê giravan, wek dagirker binav dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin