Îranê 5 balafirên rêwiyan teslîm sitend

06 tebax 2018 17:43
Îranê 5 balafirên rêwiyan teslîm sitend

PeryamaKurd- Îranê ji şîrketa ku ya Fransa û Îtalyayê ye, ya bi navê ATR ê sîparîşa balafiran ya ATR72-600 ku 20 heb ji wan sîparîş dabû, 5 ê din jî ji wan teslîm sitend. Agahî ji aliyê ajansa IRNA yê ve hat kirin.

Teslîmata balafiran li balafirgeha Mehrabadê ya li Tehranê hat kirin. Şîrketa Îranê ya netewî Îran Air balafiran teslîm sitend. Îran heya niha ji 20 balafiran 13 heb ji wan teslîm sitendiye.