Qatar, posta yekem ya balafirên Typhoon ji Brîtanyayê teslîm sitend

28 tebax 2022 04:36
Qatar, posta yekem ya balafirên Typhoon ji Brîtanyayê teslîm sitend

PeyamaKurd – Kupa dinyayê ya 2022 an li welatê Qatarê çêdibe û ji bo ewlehiya pêvajoya kupayê temîn bike, posta yekem ya balafirên Typhoon ji Brîtanyayê teslîm sitend. Peymana navbera Qatar û Brîtanyayê di sala 2017 an de hatibû îmzekirin. Li gor ragihandina Dîwana Qatarê ya nivîskî; fîloya balafiran ya Qatarê ji balafirên F15-QA û Rafale pêkhatiye û posta ewilî ya Typhoonan gihaye Baregeha hewayî ya Duhanê.

Di mijara jimara balafiran de ti agahî nehat dayîn lê di dema teslîmata balafiran de, emîrê Qatarê Şêx Temîn b. Hamed El Sanî û wezîrê bergiriyê Xalid b. Muhammed El-Attiye li baregehê amade bûn û balafir xwepêşandanekî hewayî kirin.