Balafirên Iraqê cara yekem bingehên DAISê yên çiyayên Xaneqînê bombebaran kir
25 rêbendan 2021 03:09
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û êrîşên wê rêxistina terorî, li zincîre çiyayên navçeya Xaneqînê Qeretepeyê bingehên DAIŞê hatin bombebarankirin.
Efserekî îstixbaratê yê polîsê nihyeya Qeretepe ya ser qezaya Xaneqînê Hîkmet Hesen daye xuyakirin, du roj in balaefirên şer ên Iraqê zincîre çiyayên nehyeya Qeretepeyê bombebaran dikin û diyar kir, “Zanyarî li ser tevgera DAIŞê ya li navçeyê heye, lê ji ber asêbûna navçeyê hewl tê dayîn û bi rêya balafiran bombebaran tê kirin.”
Efserê polîs got: “Ev yekem êrîşa esmaniye li vî sînorî ji aliyê hêzên Iraqê ve li dijî DAIŞê tê kirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di hilbijartinên Iraqê de Duhok bû yekemîn, Hewlêr jî duyemîn
12 mjd 2025
Jiyan
Balafirên bêmirov li Iraqê yekem car bûn qanûnî
28 mjd 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin