Îran û Îsraîl êrîşên li dijî hev dan rawestandin
Îran û Îsraîlê ragihandin ku wan operasyonên li dijî hev dane rawestandin.
RûpelNews - Fermandariya Hatemu'l Enbiya ya bi ser Hêzên Çekdar ên Îranê ve ye der barê operasyonên leşkerî de daxuyaniyekê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin operasyonên li dijî Îsraîlê hatine rawestandin û wiha hat gotin:
"Piştî êrîşên rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê û navçeya Dahiye, yên ku bi piştgiriya Amerîkayê ve hatin meşandin, bersiveke tund hat dayîn rejîmê. Operasyonên leşkerî yên Hêzên Çekdar ên li dijî Îsraîlê hatine rawestandin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat hişyarkirin ku eger Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Lubnanê bidomîne, dê bersiveke tundtir were dayîn.
Îsraîlê jî êrîşên xwe rawestandin
Di vê navberê de, çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump razî bûye ku êrîşên li ser Îranê rawestîne, lê îdia kir ku êrîşên li ser Lubnanê dê "bi hemû hêza xwe" berdewam bikin.
Berpirsekî Îsraîlî ji Kanal 12 re axivî û diyar kir ku Tel Avîvê li ser daxwaza Washingtonê êrîşên li ser Îranê rawestandine.
Rayedarekî ku navê wî nehat eşkerekirin derbarê Lubnanê de îdia kir ku "êrîş dê bi hemû hêzê berdewam bikin, û eger êrîş li dijî herêmên li bakurê Îsraîlê bên destpêkirin, dê navçeya Dahiye ya li başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê bibe hedef."
