Îran û Amerîka di demeke nêz de girtiyan bi hev diguherin

11 îlon 2023 23:40
Îran û Amerîka di demeke nêz de girtiyan bi hev diguherin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku ew bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de rêkeftina pevguhertina girtiyan a ligel Washingtonê were bicihanîn û pevguhertina girtiyan dest pê bike.

Nasir Kenanî di civîna rojanamevanî de diyar kir, di rojên bê de hemû pereyên blokkirî yên Tehranê yên li Koreya Başûr, ku 6 milyar dolar e, tê azadkirin û got: “Ev du mijar bi hev ve nehatine girêdan.”

Li gorî nûçeya Reustersê jêderekî ragihandiye, veguhestina pereyên Îranê bo bankeyên Qeterê di vê hefteyê de dibe sedema rêkeftinekê, ku tê de pênc welatiyên Amerîkî, Îranê bi cih dihêlin û hejmarek wek wan, girtiyên Îranî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine desteserkirin, vedigerin mala xwe.

Hêjayî gotinê ye, Îranê wek gava yekem 10ê Tebaxê çar welatiyên Amerîkî ji girtîgeha Evîn a Tehranê berdabûn û ew xistibûn hepsa malê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ev yek, wek pêngava yekem di proseyê de bi nav kir û gotibû, divê ew girtî vegerin welatên xwe jî.