Îran û Amerîka li hev kirin ku girtiyan bi hev biguhêrin

11 tebax 2023 04:11
Îran û Amerîka li hev kirin ku girtiyan bi hev biguhêrin

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Ali Baqirî ragihand ku di hevdîtinên bi Amerîka re di mijara guhertina zîndaniyan de pêşdeçûn hene û heyiyên Îranê yên ku Amerîka dest daniye ser wan dê serbest berdin.

Eger di navbera her dewletan de peyman îmze bibe, wê girtiyên Îranê yên li Amerîkayê serbest berdin. Baqirî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku muzekere destpêkirine û li Amerîkayê gelek malên Îraniyan hene ku Amerîka dest daniye ser wan.

Berdevka konseya ewlehiyê ya Koşka Sipî Adrienne Watson li ser mijarê ragihand ku Îran 5 hemwelatiyên Amerîkayê ji zîndanê derxistiye û wan xistiye hebsa malê.

Medya Îranê ragihandibû ku bi miqdarê 6 mîlyar dolarî heyiyên Îranê li Kore ya Başûr dest danîne ser, wê bi zîndaniyên Amerîkayê yên li Îranê re guhertinê bikin.

Jimara zîndaniyên her dû dewletan nehat ragihandin.