Îran: Tengava Hormuzê bi tevahî di bin kontrola me de ye

04 adar 2026 08:55

Îranê ragihand ku Tengava Hormuzê, ku rêyeke avê ya stratejîk û girîng ji bo bazirganiya enerjiya cîhanî ye, bi tevahî kontrol kiriye.

Îran: Tengava Hormuzê bi tevahî di bin kontrola me de ye

RûpelNews - Cîgirê Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaha Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Ekberzade ji Ajansa Nûçeyan a Fars re got ku tengava niha bi tevahî di bin kontrola hêzên Îranî de ye.

Akbarzade diyar kir ku tevgera tankerên petrolê, keştîyên bazirganî û qeyikên masîgiriyê li herêmê "bi awayekî pratîkî ne mumkin" bûye.

Fermandarê Îranî her wiha îdia kir ku zêdetirî 10 tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hatine îmhakirin. Ev îdîa hîn bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.

Trump çi gotibû

Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku ger pêwîst be, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dikarin tankerên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin, eskort bikin. Her wiha Trump ragihand ku wî talîmat daye ku bazirganiya deryayî ya li Kendava Farsê bi bihayên maqûl were sîgortekirin.