Amerîka: Îran bandora xwe li Tengava Hurmizê dike
Fermandarê Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya Amerîkayê, diyar kir ku piştî êrîşên hewayî yên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê, hêza leşkerî yên Îranê bi awayekî berbiçav lawaz bûne, lê Tehrînê bandora xwe li ser Tengava Hurmizê parastiye.
RûpelNews - Di agahdarkirineke CENTCOMê de ji bo Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê, Cooper destnîşan kir ku li dijî binkeyên hilberîna çekan ên Îranê zêdetirî hezar û 450 êrîş hatine kirin û ku kapasîteyên wê yên mûşekî, dron û deryayî zirareke giran dîtine.
Her çend Cooper diyar kir ku dê gelek sal ji Îranê re lazim bin da ku hêza xwe ya deryayî ji nû ve ava bike, wî tekez kir ku hêza gefa li Tengava Hurmizê bi temamî nehatiye ji holê rakirin. Wî her wiha ragihand ku DYAyê bi giranî hin gefên mayin û bicihkirinê bêbandor kirine.
Pentagon dibêje heta niha 29 mîlyar dolar xer kirine
Cooper diyar kir ku DYA vebijarka ji nû ve bi awayekî leşkerî vekirina Tengava Hurmizê diparêze, lê destnîşan kir ku ev dê bibe biryareke siyasî. Wî lê zêde kir ku agirbest li herêmê ji 7ê Nîsanê ve derbasdar e.
Di dema rûniştinê de, hin senatoran derbarê bingeha yasayî û lêçûna operasyonan de pirs kirin, di heman demê de Pentagonê ragihand ku lêçûna pevçûnê gihîştiye 29 milyar dolarî.
