Îran: “Rûsya li hember Îranê pistgiriya Amerîkayê dike”
08 tebax 2018 05:27
PeyamaKurd - Nûnerê Îranê yê OPECê Huseyîn Kazimpur Erdebîlî, sedema zêdekirina hilberîna neftê Rûsya sûcdar kir ku ew ji bo mueyîdeyên li dijî Îranê piştgiriyê didin Amerîkayê.
Erdebîlî bal kişande ser biryara Rûsyayê ya ku hilberîna nefta rojane zêde dike û wiha axivî: "Rûsya û Erebistana Siûdî hilberîna nefta xwe ya rojane zêde kirin, ew piştgiriyê didin ambargoya Amerîkayê ya li ser Îranê."
Li gor nûçeya Ajansa Îranê ISNAyê Erdebîlî got: Rûsya bi vê tevgera xwe li dijî Peymana Kêmkirina Nefta Kurewî tevdigere û wiha dewam kir: "Ev biryara Rûsyayê hevkariya zêde ya di navbera welatên neftê derdixin de taluke ye."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Koska Spî: Li hember gefên Îranê pistgiriya me ya ji Israîle re didome
07 tbx 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin