Koska Spî: Li hember gefên Îranê pistgiriya me ya ji Israîle re didome

07 tebax 2024 17:40
Koska Spî: Li hember gefên Îranê pistgiriya me ya ji Israîle re didome

PeyamaKurd - Koşka Spî di derbarê tengijîna navbera Îran û Îsraîlê de piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê destnîşan kir û ragihand ku wê xebatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yênji bo kêmkirina tengijîna li Rojhilata Navîn bidomin.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane de rojeva têkildarî zêdebûna tengijîna li Rojhilata Navîn nirxand.

Berdevkê Pîerre diyar kir ku li hemberî egera gefên Îranê piştgiriya wan a ji bo Îsraîlê bi heman awayî didome û da zanîn ku ew hemû geşedanên di derbarê bizavên Îranê de bi baldarî dişopînin.

Jean-Pierre diyar kir ku Serokê DYAyê Joe Biden di derbarê tengijîna Rojhilata Navîn de hestiyar e û got: “Serok bi zelalî diyar dike ku em ê xebatên xwe yên ji bo kêmkirina tengijîna li herêmê bidomînin. Me balê kêşa ser xebatên xwe yên ji bo kêmkirina tengijînê û duh jî li ser vê yekê du daxuyanî dan." 

Berdevkê her wiha diyar kir ku heta niha hêrişên bertekdayînê yên Îranê dest pê nekirine û got: “Em ji zêdebûna tundûtûjiya li herêmê û bi taybetî hêrişa herî dawî ya Hizbullahê ya li dijî Îsraîlê metirsîdar in, lê belê em ê gotûbêjan bidomînin û ji bo kêmkirina tengijînê xebatên xwe bidomînin."