Îran nema av û elektrîkê difrose derve
PeyamaKurd- Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan ragihand ku bi sedema pêdiviya welatê wan bo av û elektrîkê, nema av û elektrîkê didin welatên cîran û bi temamî dan rawestandin.
Li gor ajansa xwendevanan ya ISNA yê, wezîrê enerjiyê yê Îranê Erdekaniyan bo pirsgirêka av û elektrîka welat agahî da çapemeniyê. Erdekaniyan got ku bi sedema pirsgirêkên enerjiyê nema enerjiyê didin Pakistan, Afxanistan û Iraqê.
Erdekaniyan got ku eger enerjiyê bifroşin derve, wê zêdetir elektrîka nav welatê wan bê birîn. Di mijara avê de jî wezîr got ku mijara avê gelek tevliheve û bo çareserkirina mijarê divê herkes hewl bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin