Îran: Li ser gera nû ya danûstandinên lihevkirinek nîne

14 nîsan 2026 15:38

Berpirsekî îranî ragihand ku hêj li ser gera nû ya danûstandinên bi DYAyê re lihevkirinek çênebûye.

Îran: Li ser gera nû ya danûstandinên lihevkirinek nîne

RûpelNews - Hikûmeta Îranê diyar kir ku hêj li ser gera nû ya danûstandinên dîplomatîk ên bi DYAyê re lihevkirinek çênebûye.

Di raporeke ajansa nûçeyan a Îranê IRNAyê de, li ser zarê dîplomatekî, hat destnîşankirin ku danûstandinên peyaman ên dîplomatîk di navbera Tehran û Pakistanê de berdewam dikin.

"Derbarê gera nû de zelalî nîne"

Çavkaniyê dîplomatîk ku di raporê de hatiye binavkirin diyar kir ku heta niha derbarê gera nû ya danûstandinên ku hatine plankirin li Îslamabadê an bajarekî din di navbera Îran û DYAyê de bên kirin, ti lihevkirinek çênebûye.

Çavkaniyeke duyemîn ku ji IRNA re axivî her wiha tekez kir ku danûstandin dikarin di her demê de û li her derê pêk werin, lê heta niha di vî warî de ti biryareke fermî nehatiye dayîn.

Cihên muhtemel ên di bin nirxandinê de

Çavkaniyeke nêzîkî Wezareta Derve ya Pakistanê diyar kir ku derbarê qonaxa bê ya pêvajoya danûstandinan de çend vebijêrk li ser masê ne.

Li gorî vê yekê, hat îdiakirin ku danûstandin dikarin li bajarên Îslamabad, Enqere an jî Cenevreyê pêk werin.