Îran ji agirbestê bi guman e: Em ji dijminên xwe bawer nakin
Sûpaya Pasdaran a Îranê piştî agirbesta demkî ya bi Amerîkayê re hat ragihandin got: "Em ji dijminên xwe bawer nakin û eger êrîş ben kirin em ê bi awayekî tund bersiva wan bidin."
RûpelNews - Di roja 40emîn a şerê kudi navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li ser ragihandina agirbesta demkî ya navbera Tahran û Washingtonê. Ji aliyê Sûpaya Pasdaran a Îranê ve daxuyaniyekê hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de Sûpaya Pasdaran banga ihtiyadê kir û bi awayek bi guman nêzîkî agirbestê bû û wiha hat gotin: "Dijmin her tim serî li xapandinê daye, û em ji sozên wî bawer nakin; em ê li hember her êrîşekê bi bersiveke hê xurttir bersiv bidin."
Agirbesta demkî ya navbera Amerîka û Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku 8ê Nîsanê derdora saet 01:30an agirbest di navbera wan û Îranê de hatiye kirin.
Trump diyar kir ku rawestandina şer a du hefteyî "li ser şertê vekirina Tengava Hurmuzê hatiye qebûlkirin, ku wan pêşniyareke 10-xalî ji Îranê wergirtiye, û ku ev ji bo danûstandinan bingeheke guncaw pêk tîne.
