Îran: Heya ji Îranê re tehdîd bin, wê operasyon dewam bikin

24 mijdar 2022 02:36
Îran: Heya ji Îranê re tehdîd bin, wê operasyon dewam bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emir Abdullahiyan ragihand ku Îran bi hukumeta navendî ya Iraqê re lihev kiriye ku grûbên muxalifên Tehranê ji ser sînor dûr bigrin û grûban ji çekan xalî bikin. Abdullahiyan weha got:

“Heya ji welatekî cîran ji bo Îranê tehdîd hebe, wê artêşa me ji bo ewlehiyê operasyonan dewam bike. 8 hefteye ku mudaxeleyên ji derve de yên ji bo Îranê derketine asta herî bilind. Em di rêya dîplomasiyê de, wan kesên ku tên welatê me û li dij me xebatê dikin, em bi welatên cîran re di nav têkiliyan de ne.”

Abdullahiyan behsa xwepêşandanên li bajarê Zahîdanê û hinek bajarên rojavayê Îranê bi taybetî li herêma Kurdistanê kir û got ku 76 grûb û navendên li hemberê Tehranê dixebitin û Amerîka û Îsraîlê sîlihan xistine herêmê.

Wezîr her weha got ku di nav 8 hefteyan de li Bexda û Tehranê bi hukumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê re gelek hevdîtinan kirine û di hevdîtinan de biryarên girîng dane.