Îran: Em bi Amerîkayê re ne di danûstandinê de ne

03 tebax 2026 14:20

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî got: "Em bi Amerîkayê re ne di danûstandinan de ne."

Îran: Em bi Amerîkayê re ne di danûstandinê de ne

RûpelNews - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî li Tehranê daxuyanî da medyayê.

Bekayi diyar kir ku bi mebesta misogerkirina derbasbûna ewle ya keştiyan li Tengava Hurmuzê û ji bo avakirina rêyeke nû û demkî bi Ûmmanê re di nava danûstandinê ne.

Bekayî da zanîn ew bi Amerîkayê re ne di danûstandinan de ne û got: "Heya ku Amerîka dorpêça xwe ya deryayî û êrîşên xwe bidomîne, dê di rewşa heyî ya Tengava Hurmuzê de ti guhertin çênebe."

Bekayi destnîşan kir ku Pakistan niha wek navbeynkar tevdigere, di heman demê de Qeter piştgiriyê dide hewldanên navbeynkariyê û ragihand ku Çîn ji ber zêdebûna pevçûn û bêîstiqrariyê li herêmê nîgeran e. Bekayi got: "Çîn hewl dide ku pêşî li xirabûna zêdetir a rewşê bigire."