Bi hatina Îbrahîm Reîsî re danûstandinên nukleerî yên Îran-Amerîkayê xitimîn!
PeyamaKurd – Piştî hilbijartina Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî ku Îranê biryara vegera heyeta xwe ya Vîyenayê daye, hat ragihandin ku danûstandinên nukleerî yên beriya niha pêşketin di wan de çêbûbû careke din rawestiyan.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan, li ser danûstandinên nukleerî yên ligel Îranê ku li Vîyenayê dewam dikin got, niha danûstandinên ligel Îranê di hin mijarên cidî de xitimîne.
Jake Sullivan ji Televizyona ABC ya Amerîkî re daye xuyakirin, di danûstandinên peymana nukleerî de hê jî neliheviyên cidî hene û diyar kir, ew îdiayên ku dibêjin, danûstandinên nukleerî gihîştine encamê ne rast in û di hin mijarên cidî de danûstandin xitimîne.
Herwiha Îranê jî piştî hilbijartina serokomarê nû Îbrahîm Reîsî ragihandiye ku danûstandinên li Vîyenayê hatine paşxistin û wê şanda Îranê vegere welat.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin