Îbrahîm Reîsî: Çeka nukleerî, heram e

29 tebax 2022 20:00
Îbrahîm Reîsî: Çeka nukleerî, heram e

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser pirsên ji bo çeka nukleerî got, “Rêberê Şoreşê, ev çek wekî ‘çeka heram’ pênase kiriye.” Reîsî bi rêya daxuyaniyê diyar kir ku cihê çeka nukleerî, di polîtîkaya Îranê de tuneye.

Îbrahîm Reîsî, di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser pirsên li ser bikaranîna çeka nukleerî, ev bersiv dan:

“Hêza nukleerî û pîşesazî, mafê Komara Îslamê ya Îranê û gelê Îranê ye û wekî ku me bi caran aniye zimên, di baweriya Îranê de cih ji çeka nukleerî re tuneye. Rêberê Şoreşê (Elî Hamaney) jî ev çek wekî ‘çeka heram’ pênase kiriye.

Rayedarên dewleta me, bi caran gotine ku di polîtîkayên me yên olî û derveyî de cihê çeka nukleerî tuneye.”

Îbrahîm Reîsî di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliyên navbera Îran û Çînê yên siyasî û aboriyê û da zanîn ku têkiliyên wan bi temamî serbixwe ne. Reîsî diyar kir ku ew nirxandina têkiliyên navbera herdu welatan a girêdana bi bandora pêşveçûnên gerdûnî, rast nabîne.